Îvara îro, Duşem, 16ê Çiriya Duwemê, Neçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê, di telefonê de bi Şoreş Îsmaîl, wezîrê Karûbarên Pêşmergeyan yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, re ji ber mirina birayê wî, pêşmergeyê kevnkar Ehmed Îsmaîl, serêşîn û sersaxiya xwe ya kûr gihand.
Di wê telefonê de, serokê Herêma Kurdistanê hevderdî û hevxemîya xwe bi wezîrê Karûbarên Pêşmergeyan û malbat û kesûkarên wî yên rêzdar re nîşan da û hêvî xwest ku Xwedayê Mezin bi dilovanî û mehrbaniya xwe giyanê merhum şad bike û aramî û dilniyayî bide hemûyan.
Ji aliyê xwe ve, wezîrê Karûbarên Pêşmergeyan spas û sipasiya xwe û malbata xwe ji bo telefonê, hevparî û hevxemiya serokê Herêma Kurdistanê anî ziman.







