Bi piştgiriya Ofîsa Mela Mistefa Barzanî, di merasîmekê de li serokatiya Zanîngeha Polîteknîkê ya Hewlêrê, platforma zanistî û dîjîtal a "Çarzan" bi fermî dest bi kar kir.
Platforma "Çarzan" wekî sazgeheke akademîk û pêşketî ya dîjîtal kar dike, ku armanca wê ya sereke komkirin, hilberandin û belavkirina zanist, lêkolîn û agahiyên akademîk bi zimanê Kurdî û bi hemû devok û şêwazên wê li seranserê Kurdistanê ye.
Ev proje wekî gaveke girîng ji bo dewlemendkirina naveroka Kurdî di warê dîjîtal de û xizmetkirina zanîngeh, mamoste, xwendekar û lêkolînerên Kurdistanê tê dîtin.







