Îro duşem, 16ê Çiriya Paşîn a 2026an, Mesrûr Barzanî, serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşwazî li heyeta fraksiyona Soyana ya Parlamentoya Iraqê kir ku ji aliyê Keldoyê Remzî ve hatibû serokatiyê kirin û Samî Oşana û Îmad Yoxenna jî wek endamên wê bûn.
Di civînê de guhertin û pêşketinên siyasî yên dawî yên Iraq û Herêma Kurdistanê hatin nîqaşkirin û bal hat dayîn ser rewşa pêkhateyan, bi taybetî xiristiyanan; di heman demê de li ser girîngiya parastina mafên wan û bilindkirina asta beşdarbûna wan di pêvajoya siyasî û qada rêveberiyê de hat tekez kirin.
Serokê hikûmetê piştevaniya Herêma Kurdistanê ji mafên hemû pêkhateyan re dubare kir û destnîşan kir ku hikûmet her tim pabend e bi parastina mafên destûrî yên xiristiyanan. Herwiha, di beşeke din a civînê de, li ser bihêzkirina hemahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Meclîsa Nûneran û Hikûmeta Federal de, ji bo parastina mafên hemû pêkhateyên Iraqê, hat tekez kirin.







