Li gorî daxuyaniyeke fermî ya Rêveberiya Bazirganiya Kelûpel û Pêdiviyên Xwarinê ya Hewlêrê, behsa biryara Wezareta Bazirganiya Hikûmeta Federal hatiye kirin ku tê de hatiye gotin: Ger hejmara sermalbatên her belavkarekî belavkirina xwarinê di lîsteya tomarkirî de ji 40 ser malbatan kêmtir be, belgeya belavkariyê ya wî dê were betal kirin.
Di hişyariyê de hatiye zelal kirin ku dema belgeya belavkariyê were betal kirin, ew kes û malbatên wî belavkerî dê bên veguhestin ser belavkerê xwarinê yê herî nêzîk li herêmê.
Rêveberiya Bazirganiya Xwarinê ya Hewlêrê hişyarî da ku dawîna destûr ji bo rêkxistina vê rewşê û bicihanîna biryarê dê roja 15 / 12 / 2026 be.







