Rêveberiya Giştî ya Meteorolojî û Erdhejê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê rewşa hewayê ji bo 48 saetên bê pêşkêş kir û ragihand ku sibê Çarşemê baran dibare û germahî kêm dibe.
Îro Sêşemê, 17ê Çiriya Paşînê, Rêveberiya Meteorolojî û Erdhejê ya Herêmê ragihand: ezman dê zelal û parçeyên ewrî be û ji piştî nîvro ve dê biguhere nîvewrî. Germahî dê wekî tomarên duhê be.
Derbarê hewaya sibê Çarşemê, 18ê Çiriya Paşînê, de, meteorolojî ragihandiye ku ji ber bandora hewayeke bêîstîqrar li ser herêmê, ji saetên sibehê ve baran dê bi şêweya hûrbaranê û carinan bi awayekî navîn li navçeyên parêzgeha Dihokê û Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê dest pê bike; paşê bandora wê dê berdewam bike û bigihîje navçeyên parêzgeha Hewlêrê û Rêveberiya Serbixwe ya Soranê.
Li gorî daxuyaniyê, li parêzgehên Silêmanî, Helebce û Kerkûkê hewa dê nîvewrî û bi tevahî ewrî be, digel îhtîmala hûrbarana navberî li hin deverên cuda; di demjimêrên şevê de jî bandora vê pêlê dê bi dawî bibe. Di heman demê de, germahî li Hewlêr û Dihokê dê kêm bibe û li deverên din jî hinekî bilindtir bibe.
Bilindtirîn germahiyên pêşbînîkirî ji bo îro û sibê, bi dereceya Selsiyûs:
Îro| Hewlêr: 21 derece Selsiyûs | Pîrmem: 19 derece Selsiyûs | Silêmanî: 20 derece Selsiyûs | Helebce:22 derece Selsiyûs | Çemçemal: 22 derece Selsiyûs | Dihok: 19 derece Selsiyûs | Zaxo: 20 derece Selsiyûs | Akrê:19 derece Selsiyûs | Germiyan:25 derece Selsiyûs | Hacî Omeran:14 derece Selsiyûs
Sibê| Hewlêr: 19 derece Selsiyûs | Pîrmem: 17 derece Selsiyûs | Silêmanî: 20 derece Selsiyûs | Helebce:22 derece Selsiyûs | Çemçemal: 22 derece Selsiyûs | Dihok: 17 derece Selsiyûs | Zaxo: 18 derece Selsiyûs | Akrê:19 derece Selsiyûs | Germiyan:24 derece Selsiyûs | Hacî Omeran:14 derece Selsiyûs







