Di peyama Serokatiya Parlamentê de hatiye gotin: Bi boneya Roja Ziman û Çanda pêkhateya Turkmen li Herêma Kurdistanê, em germtirîn pîrozbahiyên xwe ji xwişk û birayên pêkhateya Turkmen re dişînin. Xwişk û birayên Turkmen ji pêkhateyên resen ên Kurdistanê ne; di dirêjahiya dîrokê de roleke berbiçav di dewlemendkirina çand, edebiyat û hunera vê welatê de lîstine û her tim beşeke veqetandî nebûne ji têkoşîn û avakirina Kurdistanê.
Parlamentoya Kurdistanê herwiha amaje bi vê yekê kiriye ku di çarçoveya erkên qanûnî û destûrî yên xwe de, li gorî biryara jimare 1 ya sala 2020, roja 17 ya 11ê ya her salê wekî Roja Ziman û Çanda Turkmen diyar kiriye û vê bîranînê bilind dihêle.
Di beşeke din a peyamê de hatiye tekez kirin: Li Herêma Kurdistanê baweriya me ya temam bi vê yekê heye ku pirzimanî û pirçandî çavkaniya hêz û bedewiya Herêma Kurdistanê ye û bingeha sereke ya hevjiyana aştiyane û bihêzkirina zêdetir a teşkele û sazgehên neteweyî yên me ye. Di vê bîranîna pîroz de, careke din tekezê li ser kûrkirina çanda hevjiyanê, lêborînê, parastina nasname û mafên pêkhateya Turkmen û hemû pêkhateyên din dikin.







