Îro sêşem, 17ê Çirîya Paşînê, Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşwazî li Elêksander Garsiya, balyozê nû yê Fransayê li Iraqê, kir.
Serokê Hikûmetê pîrozbahî ji balyoz re ji bo destpêkirina erkê wî kir û piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo serkeftina mîsyona dîplomatîk a wî ragihand. Wî behsa têkiliya dîrokî û dostaniya di navbera Fransayê û Herêma Kurdistanê de kir û girîngiya bihêzkirina têkiliyên dualî di warên cuda de anî ziman.
Balyozê Fransayê spasî piştgirî û alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û matmayîna xwe ji pêşketin û avadaniya Hewlêr û Herêma Kurdistanê nîşan da. Wî daxwaza welatê xwe ji bo pêşxistina bêtir a têkiliyên bi Herêma Kurdistanê re dubare kir.
Di beşeke din a gotûbêjan de, ku konsulê giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê jî amade bû, li ser pêvajoya aktîfkirina Parlamentoya Kurdistanê û hilbijartina desteya serokatiya parlamentoyê nêrîn hatin guherîn. Parlamentoya Kurdistanê, ku niha wekî saziyek bilind a rewa û qanûnî dîsa çalak bûye, dest bi karên xwe kiriye.







