Îro sibehê sêşemê, 17ê Çiriya paşîn, Neçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwazî li Rîm Elabali Radovan, Wezîra Federal a Alîkariya Aborî û Pêşvebirina Almanyayê, û heyeka wê ya ku ji hejmarek endamên Parlamentoya Almanya, berpirsên wezaretê û rêveberê karûbarên Balyozxaneya Almanyayê li Bexdayê pêk hatibû, kir.
Di civînê de, pêwendiyên Almanyayê bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re, pêşxistina hevkariya hevbeş di warên pêşvebirinê, aborî û veberhênanê de, û berdewamkirina piştgiriya Almanyayê ji bo Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Neçîrvan Barzanî spas û rêzdariya Herêma Kurdistanê ji bo piştgiriya berdewam a Almanyayê di warên cuda de dubare kir û li ser daxwaza Herêma Kurdistanê ya berfirehkirina pêwendî û hevkariyan bi Almanyayê re tekez kir.
Ji aliyê xwe ve, Radovan kêfxweşiya xwe ji bo serdana Herêma Kurdistanê derbirî û pabendbûna welatê xwe bi berdewamkirina piştgirî û hevkariyê bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re di warên aborî, pêşvebirinê û aramiyê de dubare kir.
Rewşa Êzidiyan, dawîn pêşveçûnên herêmê û çend mijarên din ên hevbeş ên girîng, mijarek din a civînê bû ku Konsulê Giştî yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê jî amade bû.







