Îro sêşem, 10ê Çiriya Paşîn a 2026an, Benjamin Netanyahu, serokwezîrê hikûmeta demkî ya Îsraîlê, piştî ku parlamenterên nû yên Knessetê sondxwarina qanûnî kirin, careke din bang li avakirina hukûmeta yekîtiya neteweyî kir, bi mebesta rû bi rû bûna wan gefan ku Îran li dijî dewleta Îsraîlê afirandiye.
Netanyahu di axaftinekê de li ber Knessetê (Parlamentê) ragihand: "Îran dixebite ku gefa atomî ji nû ve ava bike û di demeke pir nêzîk de, em ê rastî zexta navneteweyî bên da ku Îraneke bi çekên atomî tijî qebûl bike."
Serokwezîrê Îsraîlê gefa Îranê wekî "xeteriyekî hebûnê" (ango gefek li ser mayîn û hebûna Îsraîlê) pênase kir û got: "Li hemberî van gefan, divê em di bin vê qubeyê de tenê karekî bikin: hemû dîtin û nakokiyên din bidin aliyekî û hukûmeteke yekîtiya neteweyî ava bikin."







