Îro sêşem, 17ê Çiriya paşîn, Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, pêşwazî li Rîm Elʿebellî Radovan, wezîrê federal ê hevkariya aborî û pêşdebirina Almanyayê û heyeta wî kir.
Di civînê de, ku her du parlementerên Alman Qasim Tahir Salih û Serdar Yüksel jî amade bûn, her du aliyan li ser hewcedariya pêşxistina têkiliyên dualî di warên cuda de tekez kirin.
Serokwezîrê Hikûmetê spasiya piştgiriya berdewam a Almanyayê ji bo Herêma Kurdistanê kir, bi taybetî di şerê li dijî terorîstên DAÎŞê de.
Heyetê piştgiriya welatê xwe ji bo parastina aştiyê û aramiya Herêma Kurdistanê dubare kir.
Babeta din a civînê girîngiya pêvajoya aktîvkirinê û hilbijartina desteya serokatiya Parlamentoya Kurdistanê bû; parlamentoya ku dest bi karên xwe kiriye, wek gavê yekem ji bo avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Pêdiviya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de li ser bingeha destûrê û normalîzekirina rewşa Şingalê, beşeke din a gotûbêjan bû.







