Îro sêşem, 17ê Çirîna Paşîn a 2026an, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand: piştî hewildanên berfireh ên wezaretê bi Wezareta Neftê ya Hikûmeta Federal re, karwanê yekem ê tankerên nefta spî ji bo parêzgehên Herêma Kurdistanê hatiye barkirin û îşev digihîje depoyên parêzgeha Dihokê; paşê jî, bi rêya Rêveberiya Neft û Kanzayên Dihokê, belavkirina wê li deverên çiyayî dest pê dike.
Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin ku ji bo kotayên neftê yên her sê parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Helebçe û rêveberiyên serbixwe jî destûr hatiye dayîn û barkirin dest pê dike; bi gihîştina neftê depoyan re jî, prosesa belavkirina wê rasterast li ser hemwelatiyan dest pê dike.







