Roja sêşemê 17ê Çiriya duyemîn a 2026an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Alexander Garcia, balyozê nû yê Fransa li Iraqê, kir.
Di civînê de, ku Emmanuel Mignot, konsulê Fransa li Hewlêrê jî amade bû, balyozê nû yê Fransa li Iraqê, li gel diyarkirina kêfxweşiya xwe ji bo civîna bi Serok Barzanî re, destnîşan kir ku welatê wî her dem bi girîngî li rola û cihê Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî dinihêre. Wî herwiha ragihand ku siyaseta fermî ya Fransa piştgirîkirin û pêşxistina pêwendiyên dîrokî û hemalî yên wê bi Herêma Kurdistanê re ye, ji ber ku Herêma Kurdistanê roleke bandorker di aramiya Iraq û herêmê de dilîze.
Di heman civînê de, Serok Barzanî bi germî pêşwazî li balyozê nû yê Fransa li Iraqê kir û ji bo wî di erkê xwe yê nû de serkeftin xwest. Wî herwiha tekez kir ku gelê Kurdistanê bi çavê pesn û rêzê li gel û hikûmeta Fransa dinihêre, ji ber hemû wan piştgîriyan ku li hember gelê Kurdistanê kirine. Wî ragihand ku Herêma Kurdistanê bi wan pêwendiyan serbilind e û pêwendiya di navbera herdu aliyan de yek ji pêşengiyên me ye.
Rewşa siyasî ya herêmê û dawîn pêşveçûnên Iraq û herêmê mijara din a civînê bûn.







