Îro sêşem, 17ê Çiriya paşîn, li Hewlêrê, Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî di civînekê de bi Elêksander Garsiya, balyozê nû yê Fransayê li Iraqê re civiya, pîrozbahî li ser destpêkirina karê wî pêşkêş kir û hêviya serkeftinê jê re xwest. Herwiha piştgiriya tevahî ya Herêma Kurdistanê ji bo serkeftina wî di erkê xwe de nîşan da.
Neçîrvan Barzanî piştrast kir ku gelê Kurdistanê wê tu carî helwest û dostaniya dilsozane ya Fransayê ji bîr neke, bi taybetî di demên dijwar de. Di vê derbarê de, wî rola û hewldanên Emmanuel Macron, serokê Fransayê, di pêşxistina têkiliyên Fransayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re pesn da.
Ji aliyê xwe ve, balyozê Fransayê kêfxweşiya xwe ji destpêkirina karê xwe û daxwaza welatê xwe ya bo xurtkirina têkilî û hevkarîyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re anî ziman. Herwiha piştrast kir ku îstîqrara Herêma Kurdistanê ji bo Fransayê û welatên Yekîtiya Ewropayê girîngiyeke mezin heye.
Rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê, têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi welatên cîran re û bûyerên dawî yên herêmê mijarek din a civînê bûn. Emmanuel Mignot, konsulê giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê, jî amade bû.







