Îro sêşem, 17ê Çiriya paşîn a 2026an, Polîsê parêzgeha Dihokê di daxuyaniyekê de ragihand: Polîsê Dihokê ji hebûna sûcekî kuştinê haydar hatiye kirin û piştî ku tîmên şopandinê gihîştine cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kirine, derketiye holê ku li yek ji projeyên niştecihbûna bajêr jinek 33 salî bi çend guleyan hatiye kuştin.
Polîsê herwiha destnîşan kir ku niha tîmên girêdayî Rêveberiya Polîsê parêzgeha Dihokê ji bo dîtin û girtina gumankarê bûyerê li ser şopandinê didomin; di heman demê de cenazeya qurbaniyê ji bo Patolojiya Dadî ya Dihokê hatiye şandin.







