Rêveberiya Neft û Kana Erbîlê hemû wan welatiyan agahdar dike ku di nav sînorên rêveberiyê de kartên elektronîk ên sotemeniyê li ser bingeha forma xwarinê ji bo wan hatine çêkirin (parêzgehên Duhok, Silêmanî, Helebce, Rêveberiya Xweser a Soran û hemû rêveberiyên xweser ên din), divê di zûtirîn demê de prosedurên veguhestina forma xwarinê ya xwe biqedînin.
Di agahdariyê de hatîye ragihandin ku divê ew welatî heta 2026/12/31 forma xwarinê ya xwe veguhezînin parêzgeha Erbîlê, bi taybetî ji bo navendên (201 heta 223).
Rêveberiya Neft û Kana Erbîlê her wiha hişyarî daye ku piştî wê dîrokê, karta her welatiyekî ku forma xwe neguhastibe dê bêkar bibe û ew ê careke din nikaribe ji parvekirina sotemeniyê (benzîn û gaz) sûdê werbigire.







