Îro sêşem, 17ê Çirîna Paşîn a 2026an, Peyman Xwace, berdevkê Wezareta Perwerdehiyê ya Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de ji bo (Kurdistan TV) eşkere kir ku li Herêma Kurdistanê çar cureyên îmtîhanên derveyî tên lidarxistin û hemû wan xwendekarên ku şert û rêberiyan digirin ser xwe dikarin forma îmtîhanên derveyî dagirin û pêşkêşî perwerdehiya navçeyên xwe bikin.
Berdevkê Wezareta Perwerdehiyê herwiha destnîşan kir ku îmtîhana derveyî ya yek-mijarî û du-mijarî ji bo du salan e, di heman demê de îmtîhana baştirkirina notan tenê di sala yekem a derbasbûna qonaxa pola diwanzdehan a amadeyiyê de tê kirin.







