Rêveberiya Polîsên Parêzgeha Hewlêrê ragihand ku îro, pêncşemî 29ê Cotmeha 2026an, ji hebûna termê jinekê li gundê "Şêx Turab" agahdar bûne.
Polîsên Hewlêrê di daxuyaniyekê de îşaret bi vê yekê kir ku piştî agahdarkirina wan, tîmên Polîsên Herîrê yekser gihiştine cihê bûyerê û dest bi lêkolîna seretayî kirine. Di encama şopandinan de, hêzên polîsê karîne çar gumanbar bi navên (H. S. E), (M. H. S), (M. H. S) û (E. R. K) bigirin.
Li gorî daxuyaniyê, niha dosyaya lêkolînê li dijî gumanbaran hatiye vekirin û li gorî rêkarên qanûnî bi wan re tê muamele kirin. Polîsên Hewlêrê piştrast kir ku lêkolîn ji bo eşkerekirina hûrguliyên bêtir ên bûyerê berdewam e û "qanûn serdest dibe".







