Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo parastina tenduristiya welatiyan û ewlehiya tenduristî, hişyariyek tund li hemû welatî û firoşkarên dermanan dike.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniyekê de piştrast kir: "Tu cihêk ji bilî dermanxaneyên destûrpêdayî mafê wê tune ye ku derman bide nexweşan, ji ber vê yekê em ji welatiyan dixwazin ku bi tu awayî xwe bispêrin wan reklam û platformên bêbawer nekevin".
Wezareta Tenduristiyê hişyar dike ji bikaranîna dermanên lawazkirin û qelewkirina xwe, bi taybetî ewên ku li ser torên civakî têne reklamkirin.
Derbarê zirarên wan dermanên serhêlî de, Wezareta Tenduristiyê rave dike:
Dermanên lawazkirinê: Piraniya wan maddeyên kîmyayî yên qedexekirî an jî hejmareke pir mezin ji kafeyn û teşwîqkerên tund dihewînin. Ev dibe sedema bilindbûna tansiyona xwînê bi awayekî xeternak û tevliheviyên lêdana dil (Arrhythmia), ketina nexweşiya dil û mejî, herwiha hilweşîna hucreyên kezebê û gurçileyê.
Dermanên qelewkirinê: Ji ber hebûna rêjeyeke neasayî ya hormonên (wekî kortîzon) û steroîdan, dibin sedema tevlihevbûna pergala parastinê, pirsgirêkên hormonî yên tund û lawazbûna organên sereke yên laş.
Wezareta Tenduristî dubare piştrast kir ku tîmên çavdêriya wan bi tundî li pey binpêkeran digerin û her kes û aliyek ku bi awayekî neyasayî bi dermanan re bazirganiyê bike, dê rastî pêvajoyên hişk ên qanûnî bê.







