Rêveberiya Ewlehiyê ya Hewlêrê ragihand ku piştî ku du gumanbar ji ber pirsgirêkeke civakî li apartmanên "Eskan Tower"ê li taxê Eskanê ya bajarê Hewlêrê gule reşandin, ji aliyê hêzên wan ve hatin girtin.
Li gorî daxuyaniya Ewlehiya Hewlêrê, bûyer di roja 28-yê Tişrîna yekemîn 2026ê de rû daye. Gumanbarên ku bi navên (S. F. M.) û (R. E. M.) tên nasîn, ji ber pirsgirêkeke civakî bi niştecihekî wê avahiyê re, aloziyê derxistine û li apartmanan gulebaran kirine.
Ewlehiya Hewlêrê destnîşan kiriye ku yekser piştî bûyerê û bi wergirtina razîbûna dadwer, bi hemahengiya rêveberiya Ewlehiya dergehên derketinê, her du gumanbar di dema hewldana wan a revînê ber bi derveyî bajarê Hewlêrê ve hatine girtin.
Herwiha eşkere bûye ku dest danîne ser ew çek û otomobîlê ku di pêkanîna sûcê de bi kar anîne, dosyaya lêkolînê jî şandine dadgehê û lêkolîn li ser vê mijarê berdewam e.
Rêveberiya Ewlehiyê ya Hewlêrê spasiya welatiyan kiriye ku di dayîna agahiyan û hevkariya hêzên ewlehiyê de ji bo girtina wan gumanbaran rolek hebû.







