Îro çarşem, 28 Çiriya Yekem, Mesrûr Barzanî, serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşwazî li Eqîl Muften, serokê Komîteya Olîmpîk a Iraqê, kir.
Di hevdîtinê de, rewşa werzîşê li Iraq û Herêma Kurdistanê hate nîqaşkirin û li pêşxistina hevkariyê û hemahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal di warê werzîşê de hate rawestan.







