Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ragihand ku piştevaniya wî ji Benjamin Netanyahu re roleke sereke di bidestxistina encameke neçaverêkirî di hilbijartinên parlamentoya Îsraîlê de hebûye û îhtîmala têkçûna wî veguherandiye serkeftinê.
Donald Trump, serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, di dema vegeriyana xwe ji civînek hilbijartinê li eyaleta Texasê êvara sêşemê ber bi çarşemê ve, ji rojnamevanan re got: Piştevaniya wî ji Benjamin Netanyahu, serokwezîrê Îsraîlê, alîkar bûye ku Netanyahu di hilbijartina parlamentoyê de encameke gelek baştir ji ya ku dihate pêşbînîkirin bi dest bixe. Trump bawer dike ku ew piştevaniya wî bûye sedem ku îhtîmala têkçûneke misoger veguherîne pêşbaziyeke nêzî hev û dibe ku serkeftineke layiq jî bi dest bixe.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê got: "Bi rastî min bihîstiye ku wî encameke gelek baş bidest xistiye, pêşbaziyê gelek nêzî hev e û ev jî tiştekî gelek baş e; dema ku min piştevaniya xwe ji wî re ragihand, ew alîkariyeke pir mezin da."
Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinê li Îsraîlê, heta niha eniya Netanyahu (27) kursî bidest xistiye, li hember wê eniya Gadi Eisenkot (21) kursî misoger kiriye; di heman demê de lîsteyên Erebî karîne (15) kursî bidest bînin.







