Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civînê pêk tîne û mijara para Kurdistanê ji budceya giştî ya Iraqê û encamên danûstandinan dinirxîne.
Rêveberiya Medya û Agahiyê ragihand ku îro Çarşem, Encûmena Wezîran bi serokatiya Mesrûr Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê, civînê pêk tîne.
Di beşa yekemîn a vê civînê de, dê li ser encamên civîna dawî ya heyeta danûstandinê ya Herêma Kurdistanê bi Wezareta Darayî ya federal re were axaftin; civîna ku di roja 24 ya vê mehê de, taybetî ji bo bendên pêşniyarkirî yên madeya 10 ya pêşnûmeya qanûna budceyê, hat lidarxistin.
Endamên heyeta danûstandinê dê encamên wê civînê pêşkêşî Encûmena Wezîran bikin.
Di beşa duyemîn de jî, dê encamên serdana heyeta bilind a hukûmeta federal, bi serokatiya cîgirê serokwezîr di karûbarên enerjiyê de û bi beşdariya wezîrên neftê û elektrîkê, bo Herêma Kurdistanê derbarê dosyeyên neft û enerjiyê de di çarçoveya pêşnûmeya qanûna budceya federal de bêne pêşkêşkirin û bêne nirxandin.







