Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo wefatê Gawend Şêrwanî, nivîskar, lêkolîner, akademîsyeneke navdar û pisporê warê enerjiyê, peyameke serxweşiyê belav kir û tê de serxweşiyê ji malbat û kesûkarên merhum re xwest.
Deqa peyama serokê hikûmetê:-
Ji bo wefatê nivîskar, lêkolîner, akademîsyeneke navdar û pisporê warê enerjiyê, Profesor Gawend Şêrwanî, sersaxî û serxweşiyê ji malbat, kesûkar, heval, hevkar û nasên wî re dixwazim. Xwedayê Mezin ruhê wî bi bihiştê şad bike û aramî û dilnexweşî jî bide hemûyan.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê







