Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, bi serokatiya Mesrûr Barzanî, civî û dubare kir ku pişka herêmê di budceya 2027 de divê li ser bingeha 14.14% ya nifûsê be; di heman demê de ji hikûmeta federal xwest ku pêşnûmeya budceyê bi awayê heyî nexe dengdanê.
Îro çarşemî 28 ya Tişrîna yekemîn a 2026, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, bi serokatiya Mesrûr Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê, civî.
Di mijara yekem a civînê de, heyeta danûstandinê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê encama civîn û danûstandinên dawî yên xwe bi Wezareta Darayî ya federal re, derbarê madeya (10) ya pêşnûmeya pêşnûmeya qanûna budceya giştî ya federal a sala 2027, pêşkêş kir.
Her wiha li ser serdana heyeta bilind a hikûmeta federal, bi serokatiya cîgirê serokwezîrê federal ji bo karûbarên enerjiyê û bi beşdariya wezîrên neft û elektrîkê ji bo Herêma Kurdistanê, û encama danûstandinên wan derbarê dosyeyên neft û enerjiyê di çarçoveya pêşnûmeya pêşnûmeya qanûna budceya federal de, axaftin hat kirin.
Piştî axaftin û nirxandina encama civînan, Encûmena Wezîran dubare kir ku Herêma Kurdistanê avahiyeke destûrî û federal e û maf, desthilatdarî û şayistiyên darayî yên wê bi destûrê tên parastin. Ji ber vê yekê divê budceya giştî ya federal li ser bingeha destûrê, dadperwerî û hevpariya rastîn were amadekirin, ne bi biryar û rêbazên yekalî yên hikûmeta federal.
Encûmena Wezîran tekez kir ku beşa budceya Herêma Kurdistanê divê li ser bingeha rêjeya (14.14%) ya nifûsê û li gorî encama serjimêriya giştî ya dawî were diyarkirin û hemû maf û şayistiyên darayî yên herêmê bêne misoger kirin.
Encûmena Wezîran, şanda danûstandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkdar kir ku ne-destûrîbûn û ne-duristiya ew bend û xiştên reşnivîsa budçeya sala 2027, ya ku ji aliyê Wezareta Darayî ya Federal ve hatiye amadekirin û maf û şayistiyên herêmê binpê dikin, ronî bike û bi pêşniyarên cîgir ên herêmê û hemû belgeyên destûrî, qanûnî û darayî, ji desthilatdarên federal û aliyên siyasî yên pêkhênerên kabîneya federal re bişîne, bo pêdaçûn û rastkirina reşnivîsê.
Herwiha Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê daxwaz ji Encûmena Wezîran a Federal dike ku nehêle reşnivîsa pêşnûmeya qanûna budçeya giştî ya federal, bi awayê niha bibe mijara gotûbêj û dengdanê, berî ku pêdaçûnek berfireh û pêwîst li ser bê kirin û maf û şayistiyên destûrî û darayî yên herêmê têde misoger bibin.
Encûmena Wezîran piştrast dike ku Herêma Kurdistanê hêvî dike pêşnûmeya qanûna budçeya sala 2027, di serdema kabîneya hikûmeta federal a bi serokatiya Elî Zeydî de, bibe derfetek ji bo gihiştina çareseriyeke bingehîn û destûrî ji bo pirsgirêkên darayî yên di navbera herdu hikûmetan de yên hatine taloqkirin, ne ku li şûna çareserkirina pirsgirêkên salên borî, heman pirsgirêk û nakokî di sala bê de jî dubare bibin.
Encûmena Wezîran dubare kir ku hikûmeta herêmê pabend e bi cîbicîkirina hemû erkên destûrî û qanûnî yên xwe, lê di heman demê de israr dike li ser garantîkirina maf û şayistiyên herêmê û welatiyên wê û dev ji wan mafan bernade.
Herwiha Encûmena Wezîran piştrast kir ku hikûmeta herêmê bi zelalî û şefafî hemû agahî û daneyên têkildar, aniye ber destê hikûmeta federal û berdewam bi riya saziyên destûrî yên herdu hikûmetan ve, lêkolîn û pêdaçûna hevbeş a mehane û werzî tê kirin. Ji ber vê yekê nayê xuyakirin ku mirov xwe bispêre agahî û propagandaya bêbingeh û bêdelîl û biryar û şertên yekalî di budçeyê de bisepîne.
Di dawiyê de, Encûmena Wezîran piştgiriya xwe ji bo şanda danûstandinê dubare kir û li ser berdewamiya gotûbêjê bi hikûmeta federal re piştrast kir, ji bo gihiştina lihevkirineke dadperwer ku mafên destûrî û şayistiyên darayî yên Herêma Kurdistanê biparêze û bingehên şerîkatiya federal bihêztir bike.







