Rêveberiya Giştî ya Meteorolojî û Erdhejnasî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê rewşa hewaya 48 saetên bê pêşkeş kir û ragihand ku pêlek baranbarîn û birûsk li herêmê belav dibe.
Îro çarşem 28ê Çirîna Yekê, Rêveberiya Meteorolojî û Erdhejnasî ya Herêmê ragihand: Ezman ji nîv-ewrî ber bi ewrîya temam ve diguhere. Di destpêkê de li beşa rojava, bi taybetî li Îdareya Serbixwe ya Zaxo û sînorê parêzgeha Dihokê, barana nerm dest pê dike; piştî nîvro herêmên çiyayî yên bilind, sînorê parêzgeha Hewlêrê û Îdareya Serbixwe ya Soranê digire û paşê jî di derengiya şevê de digihîje sînorê parêzgeha Silêmaniyê. Herwiha germa li gorî tomarkiriyên doh kêm dibe.
Ji bo sibê pêncşem 29ê Çirîna Yekê, li gorî pêşbîniyên meteorolojiyê, pêla baranbarînê li hemû herêman berdewam dike; baran dê wek barana navîn û hin caran jî wek barana nerm a navberî be, bi çêbûna birûskê re. Herwiha germa dê wek asta îroyîn be û li hin herêman hinekî jî kêm bibe.
Bilindtirîn asta germayê ya pêşbînîkirî ji bo îro û sibê bi pileyên Celsius:
| Bajar û herêmên cuda yên Kurdistanê | Çarşem | Pêncşem |
| Hewlêr | 30 | 29 |
| Silêmanî | 28 | 27 |
| Dihok | 28 | 27 |
| Helebçe | 29 | 28 |
| Zaxo | 28 | 26 |
| Çemçemal | 29 | 29 |
| Pîrmem | 26 | 25 |
| Akrê | 29 | 28 |
| Germiyan | 33 | 33 |
| Hacî Omeran | 18 | 17 |







