Rêveberiya Polîsê Parêzgeha Hewlêrê ragihand ku piştî belavbûna dîmenekî vîdyoyî li torên civakî, ku tê de jinek bi eslê Îranî bi navê (N. B. Q.) di hundirê otomobîlekê de li bajarê Hewlêrê bi awayekî neasayî gule berdide, hêzên wan karîbûn di demeke kurt de sûcdarê bigirin.
Polîsê Hewlêrê di daxuyaniyekê de amaje bi vê yekê kir ku piştî girtina wê, sûcdarê îtiraf kiriye ku sûc kiriye û niha prosedûrên qanûnî li dijî wê tên girtin.
Di dawiya daxuyaniyê de, Polîsê Hewlêrê hişyariyeke tund dide hemwelatiyan û dibêje: "Nîşandana çekan li torên civakî bi her awayî qedexe ye û her kesê ku binpê bike, dê rastî berpirsyariya qanûnî ya tund bê."
Herwiha ji hemwelatiyan daxwaz dikin ku ji van cure tevgeran dûr bikevin, ku dibe sedema tehdîdê li ser ewlehiya civakî û binpêkirina qanûnê.







