Rêveberiya Giştî ya Hewayê û Jeolojiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku ji ber ketina pergaleke kêmfîşarê ji Deryaya Navîn, ezmana herêmê ji nîv ewrî veguheriye tev ewrî û pêlek baranê dê gelek deverên herêmê bigire.
Li gorî pêşbîniyên Rêveberiya Hewayê, îro çarşemê, barana belavbûyî (barana nerm) li beşa rojavayê ya herêmê, bi taybetî li Rêveberiya Serbixwe ya Zaxo û derdora parêzgeha Dihokê dest pê dike. Paşê piştî nîvro, deverên çiyayî yên bilind, derdora parêzgeha Hewlêrê û Rêveberiya Serbixwe ya Soran digire û tê hêvîkirin ku di dawiya şevê de baran bigihîje derdora parêzgeha Silêmaniyê jî.
Li gorî vê raporê, roja pêncşemê pêla baranê berdewam dike û li deverên cuda yên herêmê barana navîn û carinan barana belavbûyî û demdemî çêdibe. Herwiha, digel baranê, çêbûna birûskê jî tê pêşbînîkirin.
Ev rêveberî destnîşan kir ku leza bayê roja pêncşemê di navbera 10 û 15 kîlometreyî di saetê de dê be û alî wê bakur-rojhilatî dê be. Dîtina horizontî jî di navbera 8 û 10 kîlometreyî de hatiye texmînkirin.
Li gorî vê pêşbîniyê, germa li piraniya deverên herêmê li gorî amarên berê kêm bûye an jî nêzî wan dê be. Germa herî zêde ya pêşbînîkirî bo roja çarşemê li Hewlêrê 30 dereceyên santîgradê, li Silêmaniyê 28 derece, li Dihok û Zaxoyê 28 derece û li Germiyanê 33 derece dê be.
Herwiha germa li Pîrmemê 26 derece, li Helebçeyê 29 derece, li Çemçemalê 29 derece, li Akrê 29 derece û li Hacî Omeranê 18 dereceyên santîgradê hatiye pêşbînîkirin.
Ji bo roja pêncşemê jî, germahiya herî zêde li Hewlêrê 29 derece, li Silêmaniyê 27 derece, li Dihokê 27 derece, li Zaxoyê 26 derece, li Helebçeyê 28 derece, li Çemçemalê 29 derece, li Perîmamê 25 derece, li Akrê 28 derece, li Germiyanê 33 derece û li Hacî Omranê 17 dereceya Santîgradê dê be.







