Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziyê ji balyozê Almanyayê li Iraqê kir û li ser pêşxistina pêwendiyên dualî, hevkariyên hevalbendan û rewşa giştî ya herêmê wan axivîn.
Îro duşem 5ê Cotmeha 2026, Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê ji Daniel Kriber, balyozê Almanyayê li Iraqê, kir.
Herdu aliyan li ser girîngiya pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Almanyayê di warên cuda de li hev kirin.
Serokê Hikûmetê spas û nirxandina Herêma Kurdistanê ji bo hevkarî û piştgiriya Almanya û hêzên hevalbedan dubare kir.
Balyozê Almanya li ser berdewamkirina piştgirî û hevahengiyê bi Herêma Kurdistanê re sekiniye. Herwiha amaje bi vê yekê kir ku Herêma Kurdistanê dê bibe beşek ji her lihevkirinekê ya dualî ku dê di pêşerojê de di navbera Almanya û Iraqê de were îmzekirin.
Di beşekî din ê gotûbêjan de, guherîn û pêşketinên dawî yên Iraq û herêmê hatin nîqaşkirin.








