Encumena Neteweyî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) di 15 salvegera damezrandina xwe de daxuyaniyek belav kir û, digel israrê li ser pergala federalî, naskirina mafên gelê Kurd û fermîkirina zimanê Kurdî, daxwaza betal kirina hemû qanûnên cudakariyê, vegera koçberan bo Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî û girêdan û lidarxistina kongreya pêncemîn a encumenê dike û rola neteweyî ya Serok Barzanî û hewildanên wî yên berdewam di piştgiriya pirsa Kurd û bihêzkirina yekîtiyê û yekhelwêstiyê de bilind dinirxîne.
Nivîsa daxûyanê;
Daxuyaniya Encumena Neteweyî ya Kurd li Sûriyeyê bi boneya panzdehemîn salvegera damezrandina wê
Bîranîna panzdeh salên damezrandina Encumena Neteweyî ya Kurd li Sûriyeyê tê dîtin, ku li 26ê Cotmeha sala 2011ê hat ragihandin; ev jî bersivek bû ji bo pêdiviyeke neteweyî û welatî ya rojane ku ji ber deh salan derxistina li derveyî, zordarî û înkarkirina mafên neteweyî yên gelê Kurd hat ferz kirin.
Ev damezrandin di çarçoveya Şoreşa Sûriyeyê de, wekî berdewamker û temamkerê karwanê têkoşîna tevgera neteweyî ya Kurd ji dema damezrandina dewleta Sûriyeyê ve, derket holê, bi taybetî piştî damezrandina yekemîn partiya Kurdî di Hezîrana sala 1957ê de.
Kurd, li gel pêkhateyên din ên gelê Sûriyeyê, ji bo azadî, rûmet û avakirina dewletê têkoşiya ye. Lê hukûmetên li pey hev - bi taybetî desthilata zordar a bi serokatiya Partiya Baasê - bi serkutkirin û bêparhiştina ji mafên neteweyî, li hember daxwazên wan rawestan û israr kirin ku siyaseta cudakariyê û projeyên nijadperestiyê zêdetir ferz bikin; di pêşengiya wan de projeyên "Kembera Erebî", bêparhiştina ji nasnameya neteweyî, siyaseta te'rîbê (Erebkirinê) û rêkarên ewlehiyê yên binpêker ên mafê xwedîtiyê bûn, ku di dema rijandina xwîna hemwelatiyên sivîl di serhildana Adara sala 2004ê de gihişt lûtkeyê. Bi rûdana Şoreşa Sûriyeyê di sala 2011ê de, çend hêzên siyasî û çalakvanên civakî, ciwan û jinên Kurd di çarçoveya encumenê de yekîtiya xwe kirin û têkoşîna aştiyane ya demokratîk û çareseriya siyasî wekî rêyek ji bo dawîanîna zordariyê û avakirina Sûriyeyeke azad, demokratîk û ne-navendî girtin, ku mafên hemû zarokên wê misoger bike.
Bi hilweşîna rejîma berê di 8 ya Kanûna Yekemê ya 2024 de û ketina welatê di qonaxeke veguhêzê de, bi serokatiya Serok Ehmed Şer‘, Encûmen bi ruhê berpirsiyariyê û vekirîbûna li hember çareseriyên siyasî, bi guhertinên heyî re mijûl dibe ji bo çareserkirina pirsgirêkên cuda yên rawestandî; ev yek li ser bingeha bernameya siyasî û encamên civînên wê ye.
Encûmen tekez dike ku serkeftina qonaxa veguhêzê û avakirina dewleteke aram, hewcedariya hevkariyeke rastîn a neteweyî ye ku beşdariya gelê Kurd wek hevparêkî sereke di şekilçêkirina paşeroja welat û çêkirina biryaran de misoger bike.
Herwiha ev yek hewcedariya çalak kirina saziyên dewletê û vegerandina rola wan a xizmetguzarî û pêşvebirinê heye, ligel misoger kirina beşdariya dadperwerane di saziyên cuda yên nûneratiyê de, bi rêya qanûnên ku pirrengî û wekheviya derfetan di ber çavan de bigirin; bi awayekî ku hevsengiya neteweyî bihêz bike û bingehên jiyaneke siyasî ava bike ku li ser pirrengî, berpirsiyariyê û serweriya qanûnê hatiye avakirin.
Di vê çarçoveyê de, Encûmen bi qasînasî li fermana jimareya (13) ya ku ji aliyê Serok Ehmed Şer‘ ve hatiye derxistin dinêre, wek gavek ku dikare jê bê sûdwergirtin ji bo çareserkirina pirsa Kurd û bandorên polîtîkayên ciyakar ên kom bûyî.
Û tekez jî dike ku wergerandina helwestên erênî bo rastiyeke berbiçav, hewcedariya hilweşandina rêkar û fermanên awarte û ciyakar heye, ligel çareserkirina bandorên kembera Erebî, polîtîkayên Erebkirinê û biryarên komîteyên bawerkirinê (komîteyên î‘timadê); herwiha pejirandina rêyekê zelal ji bo dadperweriya qonaxa veguhêzê û berpirsiyariyê, ku telafîkirin û dayîna mafan ji zirardîtîyan re misoger bike.
Di heman demê de tekez li ser pêwîstiya dabînkirina şert û mercên aram ji bo vegera penaber û koçberan bo herêmên xwe yên resen dike, ku di pêşengiya wan de Efrîn, Serê Kaniyê (Re‘su’l‘eyn) û Girê Spî (Tel Ebyed) tên; ligel parastina maf û milk û malên wan, li ser bingeha biryarên navneteweyî yên têkildar û li ser hemûyan biryara jimare 2254 ya Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî.
Li ser bingeha ku çareserkirina zordariyan û pêkanîna stabîliyê hewcedariya garantiyên destûrî yên eşkere heye, Encûmen dubare dike ku ew li ser nivîsandina destûreke nû israr dike, ku bingehên komarek Sûriyaya demokratîk û pirreng li ser pergaleke federal ava bike; pergaleke ku beşdariyê di birêvebirina welat de misoger bike, pirrengiya neteweyî û çandî biparêze, û hemwelatiya wekhev, dadperwerî û serbixwebûna desthilata dadweriyê bi cih bîne.
Herwiha tekez li ser pêwîstiya naskirina destûrî ya hebûna neteweyî ya gelê Kurd û mafên wî yên rewa dike, ligel pejirandina zimanê Kurdî wek zimanekî fermî li herêmên Kurdî, li kêleka zimanê Erebî; û ji nû ve nirxandina dabeşkirinên îdarî bi awayekî ku taybetmendiyên neteweyî û cografî yên van herêman di ber çavan de bigire û birêvebirina wan bi awayekî dadperwer û karîger di çarçoveya yekitiya welat de misoger bike.
Di heman demê de, Encûmen tekez dike ser pêwîstiya parastina mafên hemû pêkhateyan, ku di pêşengiya wan de pêkhateya Êzidî ye; ev jî bi naskirina taybetmendiyên olî û çandî yên wê, û avakirina dewleteke medenî ya bêalî li hember ol û baweriyan, ku nasnameyeke neteweyî ya giştgir nîşan bide, rêzê ji pirrengiyê bigire û azadî û rûmetê ji hemû welatiyan re misoger bike, pêk tê.
Di heman demê de digel van erkên neteweyî, Encûmen girîngiya kongreya pêncemîn a xwe fam dike, ku tê plankirin di dema pêş de were lidarxistin, û divê bibe rawestgeheke cudaker ji bo nûkirina rola xwe û lihevhatina bi guhertinên lezgîn re; herwiha divê pêkhateya rêxistinî û siyasî ya xwe pêş bixe, mekanîzmayên xebatê û rêbazên hundirîn nû bike, û dîtineke stratejîk a bi bandortir pejirîne ku derfetê ji bo kapasîteyên ciwanan çêbike û beşdariya jinan di avakirina biryaran de bihêztir bike.
Herwiha tekez dike ku parastina aştiya civakî pêdivî bi rûbirûbûna gotara nefret û kînê û teşwîqê, û sûcdarkirina wan heye, ligel rûbirûbûna teror û tundûtûjiyê bi hemû awayên xwe, baştirkirina rewşa jiyana welatiyan, û misoger kirina şefafî û serbixwebûna desthilata dadweriyê, bi awayekî ku baweriya welatiyan bi sazgehên xwe bihêz bike û zemînê ji bo avabûna dewleteke rêzê ji qanûnê re bigire xweş bike, û azadiya çalakiya siyasî misoger bike, û bi tevahî ji bermahiyên rejîma berê veqetîne.
Di asta neteweyî û Kurdistanê de jî, Encûmen girêdana xwe bi bihêzkirina têkiliyên birayeti û xebatkarî yên xwe bi Herêma Kurdistanê ya Iraqê — serokatî, hikûmet û gel — dubare dike, û rola neteweyî ya Serok Mesûd Barzanî û hewildanên wî yên berdewam di piştgiriya pirsa Kurd û bihêzkirina yekrêzî û yekhelwestiyê de bi nirx dike. Herwiha israra xwe li ser encamên Konferansa Yekhelwestî û Yekrêziya Kurd dubare dike, ya ku di sala 2025 de li Qamişlo hate lidarxistin, û lihevhatin û têgihiştinên siyasî yên berê wek stûneyeke bingehîn ji bo dialog û yekxistina dîtina Kurdî dubare dike.
Herwiha Encûmen tekez dike ser girîngiya berdewamkirina hemahengiya di navbera hêzên Kurd de, û piştgiriya xebata gelê Kurd di hemû beşên Kurdistanê û li derveyî welat dike, ligel rêzgirtina ji taybetmendiya her beşekê, û xebatkirina ji bo parastina destkeftiyên neteweyî bi awayekî ku berxwedana gelê Kurd bihêztir bike û parêzvaniya daxwazên wî yên rewa bike.
Di dawiyê de, Encûmen tekez dike ser berdewamiya xebata xwe ya siyasî, aştiyane û demokratîk ji bo Sûriyeke demokratîk, pirreng û ne-navendî, ku li ser bingehê hevpariya neteweyî, welatiyetiya wekhev û serweriya qanûnê were damezrandin, û tê de gelê Kurd bibe hevparê resen di avakirina dewletê û amadekirina destûra wê de, û mafên hemû pêkhateyên neteweyî, çandî û olî yên wê were parastin.
Rûmet ji bo şehîdên azadiyê, û kerameta ji bo gelê Kurd û Sûriyaya me.
Sekreteriya Giştî ya Encûmena Neteweyî ya Kurd li Sûriyê
Qamişlo – 26’ê Çirîna yekê 2026







