Ofîsa Barzanî ji bo koça dawî ya nivîskar û wergêrê navdar ê Kurd (Celîl Kakeweys) peyameke hevxemiyê belav kir û serxweşiyê li malbata wî, kesûkar û hemû edîb û ronakbîrên Kurdistanê kir.
Nivîsa peyama hevxemiyê ya Ofîsa Barzanî ji bo koça dawî ya Celîl Kakeweys;
Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Bi xemeke pir mezin gihîştina me ya nûçeya koça dawî ya nivîskar û wergêrê Kurd (Celîl Kakeweys) bû.
Em hevxemî û serxweşiya xwe ji malbat, kesûkar û nasên Celîl Kakeweysê rehmetî û hemû nivîskar, ronakbîr û edîbên Kurdistanê re dikin û xwe hevparê xemê wan dibînin.
Ji Xwedayê Mezin dixwazin ku giyanê Celîl Kakeweysê rehmetî bi bihûşta fireh kêfxweş bike û sebir û aramiyê bide hemû aliyên wan.
Em ji Allah in û em ê vegerin cem Wî
Ofîsa Barzanî
10ya mehê Çiriya yekemîn 2026







