Di merasîmekê de, bi amadebûna Sasan Ewnî, wezîrê Şaredarî û Geştûguzarî, Omêd Xoşnaw, parêzgarê Hewlêrê, û Karzan Ebdulhadî, serokê Şaredariya Hewlêrê, kevirê bingehê du projeyên xizmetguzariyê bi pereyê 717 milyon dînar ji dahata Serokatiya Şaredariyê bo her du taxên gundê Korî û Girdojûtyar danîn.
Îro pêncşem, 22yê Çirîna Yekemê, Wezareta Şaredarî û Geştûguzariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand: Kevirê bingehê du projeyên xizmetguzariyê bi pereyê 717 milyon dînar ji dahata Serokatiya Şaredariyê bo her du taxên gundê Korî û Girdojûtyar danîn.
Projeya yekem vekirina rêyên hundirîn û asfaltkirina zona A ya taxa gundê Korî ye; di heman demê de, projeya duyem li Girdojûtyar taybet e bi asfaltkirin û danîna bordûrê bo wê beşê, wek gavê yekem ji bo gihandina xizmetên bingehîn bo taxên nû.
Di nav merasîmê de, Sasan Ewnî, wezîrê Şaredarî û Geştûguzarî, ragihand: Di çarçoveya karên bidomdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, me kevirê bingehê van du projeyên girîng danî; tevî astengî û rewşa aborî ya dijwar, lê destê avakirin û xizmetguzariya hikûmetê, li gorî rêbernameyên Mesrûr Barzanî, serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di tu rewşê de rawestê nake û berdewam dike.
Ji aliyê xwe ve, Omêd Xoşnaw, parêzgarê Hewlêrê, îşaret bi vê yekê kir ku ev projeyên qonaxa yekem a destpêkirina avakirina wan taxan in ku nû fireh dibin û rê ji bo wan hatiye vekirin; bicihanîna wan jî ji dahata Serokatiya Şaredariya Hewlêrê ye. Parêzgarê Hewlêrê herwiha tekez kir ku, bi saya hewldanên serokwezîr ji bo bilindkirina asta dahata navxweyî û kêmkirina lêçûnên, hatiye gengazkirin ku, tevî projeyên stratejîk, bersiva daxwaz û hewcedariyên niha yên welatiyan jî li wan herêman bê dayîn.







