Parêzgeha Dihokê ragihand ku zêdetir ji sedî 80ê karên projeya çêkirina rêya sereke ya Roviya-Akrê û du alîyên navenda bajarokê Roviya li ser sînorê navçeya Berdereşê hatine bicihanîn û proje di qonaxa dawiyê de ye.
Îro, roja yekşemê, 18ê Cotmeha 2026ê, Parêzgeha Dihokê di daxuyaniyekê de ragihand: li ser sînorê navçeya Berdereşê, xebatên qonaxên dawiyê yên projeya çêkirina rêya sereke ya Roviya-Akrê û du alîyên sereke yên Roviya berdewam in û heta niha zêdetir ji sedî 80ê karên projeyê hatine bicihanîn.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ev proje çend beşan dihewîne, ji wan:
Sererastkirin û çêkirina rêya sereke ya Roviya-Akrê bi dirêjahiya nêzîkî yek kîlometre.
Çêkirina du alîyên rêya sereke li navenda Roviya bi dirêjahiya nêzîkî du kîlometre.
Çêkirina hejmarek kanalên avê (solîn) li ser rêyê.







