Rêveberiya Giştî ya Hec û Umreyê ji wan welatiyan dixwaze ku navên wan ji bo heca sala 2027 derketiye, di zûtirîn demê de serdana nivîsgehên Hec û Umreyê yên parêzgehan û îdarayên serbixwe bikin, ji bo temamkirina rêkarên îdarî yên wan.
Di agahdariyê de hatiye gotin ku dawîdemê ji bo temamkirina muameleyan roja pêncşemiyê, 15/10/2026 e. Rêveberiyê herwiha tekez kiriye ku her welatiyek di wê demê de muameleên xwe temam neke, dê bixwe berpirsiyar be û mafê beşdarbûna xwe ji dest bide.
Pêdiviyên temamkirina muameleyan ev in: pêşkêşkirina kopiyeke rengîn a kartê neteweyî û pasaportê, pêşkêşkirina kopiyek ji jimara dîjîtal a biyometrîk, amadebûna kesê navbirî bi awayê rasterast û herwiha dayîna berê 6,000,000 dînarên Iraqê wek pereyê yekem.







