Serokwezîrê Iraqê ferman da ku hemû karmendên girêbest û rojane li ser milakê daîmî bên daîmîkirin, di heman demê de di nav projeya yasaya budçeyê ya 2027 de 120 hezar dereceyên karî yên nû bi awayê girêbest û li gor rêjeya niştecihan ji bo parêzgehan tên veqetandin.
Îro şemî 24 ya Çirîna yekê 2026, nivîsgeha ragihandinê ya serokwezîrê Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand: Elî Falih El-Zeydî, serokwezîrê Iraqê, bi amadebûna Mihemed Elî Temîm, cîgirê serokwezîr, û Falih Sarî, wezîrê darayî, serokatiya civînekê taybet ji bo nîqaşkirina hûrguliyên projeya yasaya budçeya federal a sala (2027) kir.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku serokwezîrê Iraqê di civînê de ferman daye ku hemû karmendên girêbest û rojane li ser milakê daîmî bên daîmîkirin; herwiha, di heman demê de bi vê gavê re, di çarçoveya projeya yasaya budçeya giştî ya sala (2027) de, biryara vekirina (120) hezar dereceyên karî yên nû bi awayê girêbestê hatiye dayîn, ku hemû qat û tebeqeyan bigire û bi awayekî dadperwerane li gor rêjeya niştecihan li ser parêzgehan bê dabeşkirin, digel vekirina platformekê taybet ji bo karîgerkirinê, ji bo dabînkirina dadperweriyê di nav hemû pêşkêşkeran de.
Serokwezîrê Iraqê rave kir ku hikûmet dixebite ji bo dabînkirina veqetandina darayî ya pêwîst ji bo bicihanîna vê biryarê, bi awayekî ku garantî bike ku rêkarên daîmîkirinê û anîna dereceyên karî yên nû li gor rêberî û çarçoveyên pejirandî bên birêvebirin.
Herwiha hate destnîşankirin ku ev gav di çarçoveya xemxwariya hikûmetê de ye ji bo vekirina derfetên karê ji bo ciwanan û bihêzkirina îstîqrarê pîşeyî û debara jiyanê, tevî hemû astengî û zextên darayî yên ku welat rû bi rû mane.







