Projeyek stratejîk a avê li ser sînorê qezaya Sêmêl hat vekirin ku di saetekê de sê hezar û 400 metreyên sêcayî av ji bo niştecihên nahiya Xankê dabîn dike.
Îro çarşem, 21-ê Tişrîna Yekemê ya 2026-an, parêzgeha Dihokê di ragihandinê de ragihand: Li ser budceya taybet a parêzgeha Dihokê û bi serperiştiya Rêveberiya Ava Derdorê, projeyek stratejîk a avê li ser sînorê qezaya Sêmêl temam bû û bi fermî hat vekirin.
Di ragihandinê de hatiye gotin ku ev proje ji pirekê pêk tê ku dirêjahiya wê (260) metre û bilindahiya wê (4) metre ye; di heman demê de, entekek (stasyona wergirtina avê) jî heye ku dirêjahiya wê (13.5) metre û bilindahiya wê (24) metre ye. Herwiha, proje dikare di yek saetê de (3,400) metreyên sêcayî avê bikişîne û pêl bide; ev avê paqij û saxlem ji bo hejmareke mezin ji niştecihên nahiya Xankê dabîn dike.







