Encumena Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê bi fermî daxwaznameyek pêşkêşî wezîrê Şaredarî û Geştiyariyê kir ku dayîna erdê ji rojnamevanan re, mîna karmendên Herêma Kurdistanê, tê de bû.
Roja yekşemê, heyetek payebilind a Encumena Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê bi serokatiya Azad Hemdemîn, serokê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, li gel Sasan Ewnî, wezîrê Şaredarî û Geştiyariyê yê Herêma Kurdistanê, civiyan.
Di vê civînê de, rewşa medyayê û rojnamevanan bi giştî li Herêma Kurdistanê hate nîqaşkirin; paşê serokê sendîkayê daxwaznameyek derbarê dayîna erdê ji rojnamevanan re, mîna karmendan, pêşkêşî wezîrê Şaredariyê kir.
Di dawiyê civînê de, serokê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ji aliyê sendîkayê ve ji bo wezîrê Şaredariyê belgeyek spasê pêşkêş kir, ji ber hevkariyê bi rojnamevanan re û piştgiriya sendîkaya wan.







