Serok Barzanî bi xêrhatina Gwendolyn (Wendy) Green, Konsulê Giştî yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Hewlêrê, kir. Serok Barzanî destpêkirina dîsa ya çalakiyên konsulxaneya Dewletên Yekbûyî li Herêma Kurdistanê wek gaveke erênî ji bo berfirehkirina bêtir a têkiliyên dualî di warên cuda de nirxand. Di hemberê de, Konsulê Giştî yê Dewletên Yekbûyî ragihand ku welatê wî xwe piştgirê sereke yê gelê Kurdistanê dibîne û rêzeke taybet ji bo pozîsyona Serok Barzanî digire.
Roja Çarşemê, 14 Cotmehê 2026, li Pîrmemê Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Gwendolyn (Wendy) Green, Konsulê Giştî yê Dewletên Yekbûyî li Hewlêrê, kir. Di vê hevdîtinê de, Konsulê Giştî yê Dewletên Yekbûyî, bi derbirîna kêfxweşiya xwe ji destpêkirina karê xwe wekî konsulê welatê xwe li Herêma Kurdistanê, li ser domandina hewldanên xwe ji bo pêşxistina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Dewletên Yekbûyî de tekez kir. Herwiha ew bal kişand ku welatê wî xwe piştgirê sereke yê gelê Kurdistanê dibîne, ji bo pozîsyona Serok Barzanî li Iraq û herêmê rêzeke taybet digire û hêvî xwest ku Herêma Kurdistanê wekî berê rola xwe di bihêzkirina aramiya herêmê de bidomîne.
Serok Barzanî jî bi xêrhatina germ a Konsulê Amerîkayê, ji Dewletên Yekbûyî re ji ber piştgirî û alîkariya Herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorîstên DAÎŞê de spas kir. Serok Barzanî destpêkirina dîsa ya çalakiyên konsulxaneya Dewletên Yekbûyî li Herêma Kurdistanê wek gaveke erênî di rêya pêşxistina bêtir a têkiliyên dualî di warên cuda de dît.
Herwiha di vê hevdîtinê de, li ser rewşa herêmê danûstandinên nêrînan hatin kirin û her du aliyan li ser pêwîstiya damezrandina aşitî û aramiyê li herêmê tekez kirin.







