Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li balyozê Fînlandayê li Iraqê kir û di vê hevdîtinê de li ser pêşxistina têkiliyên dualî, têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê û parastina aramiya herêmê nîqaş kirin.
Berî nîvro ya îro sêşemê 13 Cotmehê 2026ê, Neçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwazî li «Antti Poutkanen», balyozê Fînlandayê li Iraqê kir.
Di vê hevdîtinê de, pêşxistina têkiliyên Fînlandayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û derfetên berfirehkirina hevkariyên hevbeş di warên cuda de hatin nîqaşkirin. Her du alî li ser daxwaza dualî ya xurtkirina têkiliyên di warên cuda de tekez kirin.
Rewşa giştî ya Iraq û herêmê, têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê û berdewamkirina hewldanan ji bo parastina aramî û îstiqrarê, mijara din a vê hevdîtinê bû.







