Komîteya penaberên Serêkanî ragihand ku konvoya sêyemîn a penaberan, ku zêdetirî 500 malbatan dihewîne, amadekariyê dike ji bo derketina ji kampan û vegerandina gund û bajarokên devera başûrê bajêr.
Ofîsa ragihandinê ya Komîteya penaberên Serêkanî di daxuyaniyekê de ragihand: Penaberên bajarê Serêkanî amadekariyê dikin ji bo rêxistina konvoya sêyemîn a vegerê bo gund û bajarokên xwe li devera başûrê bajêr; ev piştî salên dirêj ên bêwelatî û penaberiyê di nav kamp û navendên razanê de ye.
Di daxuyaniyê de hat gotin: Konvoya nû zêdetirî (500) malbatên ku li Kampa "Waşokanî" û navendên razanê (dibistanan) ên li herêmê dijîn, dihewîne. Biryar e ku ew malbat ber bi komek gund û herêmên başûrê bajêr ve biçin, ji bo ku li welatê xwe bicih bibin û jiyana xwe ya asayî ji nû ve bidin destpêkirin.
Ev gav di çarçoveya temamkirina bernameya vegera penaberan bo welatê wan de ye, ligel berdewamiya hewldanan ji bo dawîanîna doziya penaberiya bi zorê û kêmkirina êş û azarên niştecîhên kampan. Divê bê gotin ku konvoya duyemîn a penaberan di 8-ê Îlonê ya borî de rê ketiye; ew nêzîkî (700) malbatan dihewand û vegeriyabûn gundên devera başûr.







