Parêzgeha Hewlêrê ragihand, bi budceya zêdetir ji 633 milyon dînar dest bi projeya nûkirinê û dabînkirina pêdiviyên bijîşkî hate kirin li seranserê rêveberiya giştî ya tenduristiya bajarê Hewlêrê.
Parêzgeha Hewlêrê di daxuyaniyekê de belav kir: Di çarçoveya hewldanên berdewam de ji bo pêşxistina sektora tenduristiyê, li ser fermana parêzgarê Hewlêrê, dest bi nûkirin û dabînkirina pêdiviyên bijîşkî hatiye kirin li seranserê rêveberiya giştî ya tenduristiya Hewlêrê.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin: Budceya vê projeyê ji (633 milyon û 726 hezar dînar) pêk tê, ev gav jî bi armanca bilindkirina asta xizmetên tenduristiyê û dabînkirina hawîrdoreke hêjayîtir e ji bo dermankirina nexweşan û welatiyên bajarê Hewlêrê.







