Hikumeta Herêma Kurdistanê bi tundtirîn awayî êrîşa terorîstî ya ku dêrek li parêzgeha Kerakê ya Şahînşahiya Urdunê kir hedef, şermezar kir û di heman demê de sersaxî û piştgiriya xwe ya tevahî ji bo serkirde, hikûmet û gelê Urdunê dubare kir.
Nivîsa daxuyaniyê:
Daxuyaniyeke şermezarkirinê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Hikumeta Herêma Kurdistanê bi tundtirîn awayî vê êrîşa terorîstî şermezar dike, ku dêrek li parêzgeha (Kerak) ya Şahînşahiya Haşimî ya hevalbend kir hedef û di encamê de hejmarek welatiyên sivîl bûn qurban û birîndar bûn. Di heman demê de, Hikûmeta Herêmê xemgînî û xem û kesera kûr a xwe li hember vê kiryara sûcdar derdibire, ku binpêkirineke eşkere ya nirxên mirovahî û wan bingehan e ku azadiya îbadetê, parastina cihên olî û jiyana welatiyên sivîl misoger dikin.
Di demekê de ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê redkirina xwe ya bingehîn ji bo hemû cûreyên teror, tundûtûjî û tundrewiyê dubare dike, herwiha tekez dike ku hedefgirtina perestgehan û hewldanên çandina tovê duberiyê û belavkirina aloziyê di navbera pêkhateyên civakê de, gefeke metirsîdar in li ser aştiya civakî û hevjiyana olî û dê tu encamek ji wan dernekeve, ji bilî têkbirina ewlehî û aramiyê.
Hikumeta Herêma Kurdistanê hevderdî û piştgiriya xwe ya tevahî ji bo Şahînşahiya Haşimî ya Urdunê, bi serkirde, hikûmet û gelê wê re, radigihîne û pirs û sersaxî û hevxemîna xwe ya kûr arasteyî malbat û kes û karên qurbanan dike û ji birîndaran re hêviya başbûna zû dixwaze.
Herwiha girîngiya xurtkirina hevkariyê û hevrêziya herêmî û navneteweyî ji bo li hemberî terorê bi hemû cureyên wê rawestan û parastina ewlehî û aramiya civakan dixe ber çavan.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê
23 yê Çirîna yekê 2026







