Rêveberiya Giştî ya Bazirganiya Herêma Kurdistanê hişyarî dide hemû bazirgan û firoşkaran ku bi behaneya guhertina nirxê dolarê, divê li bazaran tu cure kelûpel û tiştan biha nekin, berevajî wê, cezakirina tund li ser binpêkeran tê sepandin.
Newzad Şêx Kamil, rêveberê giştî yê bazirganiyê, radigihîne: Daketina nirxê dînarê divê bandoreke destbede li ser bazarê çê neke, ji ber ku ew depoyên û kelûpelên ku berê hatine hinardekirin, heta nêzîkî 2 mehên din beşa pêdiviyên tevahiya welatiyan dabîn dikin, ji ber vê yekê pêwîste di vê demê de hemû nirx wekî xwe bi aramî bimînin.
Rêveberê giştî yê bazirganiyê amaje bi vê yekê kir: Komîteyên çavdêriya bazarê bi berdewamî kontrola fatûreyên kirîn û firotina market û depoyan dikin; her kes ku bi awayekî neqanûnî nirx bilind bike, rûbirûyê prosedurên tund ên qanûnî û cezayên darayî dibe.
Newzad Şêx Kamil her wiha tekez kir ku ji bo piştgiriya bazirganan, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê li ser xetê ye ji bo kêmkirina bac û rêçikên gumrikê, da ku barê giran li ser welatiyan çê nebe.
Ev daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Bazirganiya Herêma Kurdistanê di demekê de ye ku li gorî biryareke nû li Bexdayê, nirxê fermî yê firotina 100 dolarên Amerîkî ji bo welatiyan ji 132 hezar dînar ve bo 152 hezar dînar bilind kirîye.







