Hunermendê kevn ê bajarê Silêmaniyê, Ferîd Îsa Nezer, ku yek ji damezrînerên koma muzîka Silêmaniyê û awazdanê serhita navdar a "Kurdistan welatê Kurd e" bû, îro li welatê Swêdê koça dawiyê kir.
Ferîd Îsa Nezer yek ji pêşengên qada muzîka Kurdî bû û li bajarê Silêmaniyê bi komek ji hunermendên heval re, bingehê "Koma muzîka Silêmaniyê" danî û roleke berbiçav di pêşxistina û parastina huner û muzîka resen a Kurdî de lîst.
Yek ji berhemên herî navdar ên wî hunermendê kevn di dîroka hunera Kurdî de, danîna awaza serhita neteweyî ya "Kurdistan welatê Kurd e, ez sond dixwim bi te re" bû, ku heta îro jî wek yek ji serhîtên neteweyî yên herî hêja di bîranîna gelê Kurdistanê de maye.
Ew hunermend çend sal bû li derveyî welat û li welatê Swêdê dijî, îro li wir koça dawiyê kir.







