Rêveberiya Giştî ya Meteorolojî û Erdhejzanî ragihand, ev êvar hewa normal dibe û bandora pêla baranê li ser bajarên Herêma Kurdistanê namîne, ligel wê jî sibê Şemiyê ezman dê her ewrî be.
Meteorolojî derbarê hewaya îro Înê de ragihand: Ezman di piraniya deman de nîv-ewrî dibe û li hin deveran diguhere û dibe bi tevahî ewrî, îhtîmala birûsk û barana kurt li deverên cuda bi navber heye, di demên şevê de bandora vê pelê li ser herêma me lawaz dibe û hewa normal dibe.
Derbarê hewaya sibê Şemiyê de jî, Meteorolojî ragihand: Ezman bi giştî di navbera pelekewr û nîv-ewrî de dibe, dereceyên germê nêzîkî tomarkirina îro Înê dibin .
Meteorolojî her wiha dereceyên germê yên texmînkirî yên beşek ji bajarên bi vî awayî li jêr diyarkiriye:-
Hewlêr: 32 derece Celsî
Pîrmam: 28 derece Celsî
Silêmanî: 30 derece Celsî
Helebçe: 31 derece Celsî
Çemçemal: 32 derece Celsî
Dihok: 29 derece Celsî
Zaxo: 30 derece Celsî
Akrê: 30 derece Celsî
Germiyan: 37 derece Celsî
Hacî Omeran: 22 derece Celsî
Soran: 30 derece Celsî







