Rêveberiya Giştî ya Meteorolojî û Erdhejnasî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê rewşa hewaya 48 saetên bê de ragihand û da zanîn ku pêşbîniya baran û birûskê tê kirin.
Îro çarşem 21ê Cotmehê, Rêveberiya Meteorolojî û Erdhejnasî ya Herêmê ragihand: Ezman bi giştî di piraniya deman de bi temamî ewrî dibe. Ji demên êvarê ve, îhtîmala çalakbûna birûskê û barîna baranek kêm di dem û cihên cuda de heye.
Di heman demê de, di derengiya şevê de rêjeya baranê zêde dibe, bi taybetî li sînorê parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Helebçe, başûr û başûrê rojhilatê parêzgeha Dihokê, rêveberiyên serbixwe yên Soran û Rapêrînê, ligel beşek ji sînorê rêveberiya Germiyanê. Dereceya germayê li gorî duh 1 heta 2 dereceyên Selsiyûsê kêm dibe.
Ji bo sibê pêncşem 22ê Cotmehê, li gorî pêşbîniyên meteorolojiyê, di destpêkê de ezman bi temamî ewrî dibe; ji demên sibehê heta nîvro bandora baran û birûskê li ser van deveran berdewam dibe: (Rêveberiya Serbixwe ya Soran û deverên wê yên çiyayî, beşek ji deverên cuda yên parêzgeha Hewlêrê, Rêveberiya Rapêrînê, beşek ji sînorê parêzgehên Silêmanî û Helebçeyê ligel deverên cuda yên rêveberiya Germiyanê).
Meteorolojiya Herêmê ragihand: Ji piştî nîvro ve heta sibehê roja pêncşemê, hewa ber bi arambûnê ve diçe û ezman diguhere bo ewrên perçeperçe û nîve-hewrdar. Herwiha dereceya germayê nêzîkî tomarên îroyê dibe.
Herî zêde dereceya germaya pêşbînîkirî ji bo îro û sibê bi dereceya Selsiyûsê:-
| Bajar û deverên cuda yên Kurdistanê | Çarşem | Pêncşem |
| Hewlêr | 27 | 28 |
| Silêmanî | 27 | 27 |
| Dihok | 27 | 28 |
| Helebçe | 26 | 27 |
| Çemçemal | 28 | 28 |
| Zaxo | 27 | 28 |
| Germiyan | 31 | 31 |
| Akrê | 28 | 29 |
| Hacî Ûmeran | 20 | 20 |
| Pîrmam | 25 | 26 |







