Rêveberiya Giştî ya Meteorolojî û Erdhejnasî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê rewşa hewaya 48 saetên pêş de ragihand û diyar kir ku sibê pêlek baranbarîn û birûskê dest pê dike.
Îro sêşem 20ê Çirîya Yekê, Rêveberiya Meteorolojî û Erdhejnasî ya Herêmê ragihand: Ezmana îro di navbera nîv-ewr û pêl-ewrê de be, di heman demê de pileya germê nêzîkî ya dohê bibe û li hin deveran jî 1 heta 2 pile bi Celsius kêm bibe.
Ji bo sibê çarşem 21ê Çirîya Yekê, li gorî pêşbîniyên meteorolojiyê, bandora nizmepalepestoyekê digihîje herêmê û di destpêkê de li deverên sînorî bi nimbaran û birûska nişka ve dest pê dike. Paşê di demên piştî nîvro û êvarê de, qada nimbaranê berfireh dibe bo sînorê îdaraya serbixwe ya Zaxo, parêzgeha Dihokê, rojhilatê parêzgeha Hewlêrê û beşek ji îdaraya Soranê.
Meteorolojiya Herêmê ragihand: Di demên êvarê de bandora vê pêlê li ser sînorê parêzgehên Silêmanî, Helebce û beşek ji îdaraya Rapêrînê zêdetir dibe, bi baranbarîna berdewam û çalak û birûska.
Bilindtirîn pileya germiya pêşbînîkirî bo îro û sibê bi pileya Celsius:-
| Bajar û deverên cuda yên Herêma Kurdistanê | Sêşem | Çarşem |
| Hewlêr | 29 | 30 |
| Silêmanî | 28 | 29 |
| Dihok | 28 | 29 |
| Helebce | 30 | 31 |
| Pîrmem | 25 | 27 |
| Çemçemal | 29 | 30 |
| Germiyan | 33 | 34 |
| Zaxo | 29 | 30 |
| Akrê | 29 | 31 |
| Hacî Omeran | 23 | 25 |







