Li Civaka Domizê, li ser sînorê parêzgeha Dihokê, di dema karê li ser avahiyekê de elektrîk du karkeran da û di encamê de yek ji wan jiyana xwe ji dest da, karkerê din jî birîndar bû.
Omêd Nizar, nûçegihanê Kurdistan TV li Dihokê, ragihand ku li Civaka "Domizê", li ser sînorê parêzgeha Dihokê, di dema karê de bûyerek ji ber lêketina elektrîkê qewimî û di encamê de du karker bûn qurbanî.
Li gorî agahiyên nûçegihanê Kurdistan TV, ew du karker di dema karê de li ser avahiyekê bûn û di wê kêliyê de elektrîk li wan ketiye. Di encama bûyerê de ciwanek ku temenê wî di navbera (30 heta 35) salan de ye, yekser jiyana xwe ji dest daye; herwiha birîna ciwanê din sivik e.







