Nûnerên pêkhateya Keldanî, Suryanî, Asûrî û Ermenî ya Parlamentoya Kurdistanê, di daxuyaniyekê fermî de bi boneya duyemîn salvegera hilbijartina dewreyên şeşemîn ê Parlamentoya Kurdistanê ku di 20ê Cotmeha 2024ê de hat lidarxistin, daxwaz ji hemû fraksiyonên siyasî dikin ku parlament bi zûtirîn demê ve were aktîfkirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di roja 20ê Cotmeha 2024ê de, dengdêrên pêkhateyan û hemû gelê Kurdistanê di pêvajoyeke demokratîk û şeffaf de berê xwe dane sindoqên dengdanê, ji bo hilbijartina nûnerên xwe.
Nûnerên pêkhateyan fikara xwe anîne ziman ku piştî derbasbûna 2 salan ji wê pêvajoyê re, Parlamentoya Kurdistanê ji ber lihevnekirina aliyên siyasî hatiye astengkirin. Herwiha amaje bi wê kirine ku ev astengkirin paşveçûnek e di pêkanîna îradeya gel de û bêqîmetkirina pêvajoya siyasî ye, û bandoreke neyînî li ser raya giştî ya navxweyî û navneteweyî dê hebe.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye gotin ku domandina vê rewşê baweriya welatiyan bi saziyên destûrî lawaz dike û tenê xizmeta wan aliyan dike ku berjewendiyên Herêma Kurdistanê û pêkhateyên wê naxwazin.
Di dawiyê de, nûnerên pêkhateya Keldanî, Suryanî, Asûrî û Ermenî daxwazeke biratiyane ji hemû fraksiyonên Kurdistanî re kirine, da ku bi destpêşxerî û wêrekî bixebitin bo aktîfkirina parlamentê, bi mebesta pêkanîna erkên yasadanînê û çavdêriyê û parastina çarçoveya destûrî ya herêmê.
Parlamenter Jîms Hesdo Hîdo
Parlamenter Rami Nûrî Siyawş







