Rêveberiya Polîsa Daristan û Jîngehê ya parêzgeha Silêmaniyê ragihand, hêzên wê li sînorê nahiya Pîremagroûn welatiyek bi tawanê girtin û ragirtina çivîkekî kovî li mala xwe girtine.
Li gorî daxuyaniyeke Polîsa Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê, piştî gihîştina agahiyê li ser welatiyekî ku çivîkekî kovî ji cureya (hêlû) nêçîr kiriye û li mala xwe ragirtiye, yekser bi biryara dadwer desteyeke bingeha Polîsa Daristan û Jîngehê ya Pîremagroûn çûye cihê mebestê.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku hêzên polîs dest dan ser çivîka kovî û welatiyê jî bi tawanê nêçîrkirina neqanûnî hat girtin. Herwiha dosyaya lêkolînê ji bo bûyerê hatiye vekirin û ji bo girtinên pêvajoya qanûnî li hemberî tawanbar hate radestkirina dadwer.







