Li nêzîkî gerrêka Kanî Berdîne li bajarê Silêmaniyê, ji ber leztirîna otomobîlekî kamyonekê, welatiyekî temenmezin hat lêdan û di cih de jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyan, qurbaniyê navê wê (Rûnak Mehmûd Heme) ye û temenê wê 67 sal e, ji gundê Ser Gellowe ye û niştecîhê bajarê Silêmaniyê ye.
Derbarê awayê bûyera rûdayî de, ajokarê kamyonekê bi lez û bezekî zêde ajotîye û berî ku ew jinê bixe, xwe bi 2 otomobîlekî din jî daye hev, paşê jî ji ber giraniya birîndariya wê, jinê di cihê bûyerê de jiyana xwe ji dest daye.
Piştî bûyerê, ajokarê kamyonekê ji cihê karesatê reviye û ji aliyê hêzên ewlehiyê ve dosyaya lêkolînê ji bo mijarê hatiye vekirin û lêgerîna li pey ajokarê berdewam e.







